Dewleta Tirk û çeteyên xwe êrişî gundên Minbic û Babê kirin

Hemwextî êrişên çeteyên DAIŞ’ê ên li ser girtîgaha sînaa a Hesekê, êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê jî ranewestiyan. Dagirkeran îro jî gundên Minbicê û bajarokê Erîma yê Babê topbaran kir.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ên li ser herêmê bê navber dewam dikin.

Hemwextî êrişên çeteyên DAIŞ’ê ên li ser girtîgaha sînaa a Hesekê, êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê jî ranewestiyan.

Dagirkeran îro jî êrişî herêmên Minbic û Babê kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê êrişan de daxuyaniyek weşand.

Navendê diyar kir dewleta Tirk a dagirker duh di derengiya şevê de baregeha Şêx Nasir, gundên El-Seyada û Yanilî yên bakur rojavayê Minbicê û bajarokê Erîma yê rojhilatê Babê bombebarankirin.

Hat diyar kirin ku di encama bersivdayînê de di navbera Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên dewleta Tirk de şer rû da.

Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê baregeha Yaşlî û gundê El-Seyadê yê gundewarê bakur rojavayê Minbicê jî topbaran kir.

Her wiha hat ragihandin çeteyan gundên Kor Hedok, Kawûklî û El-Bûweyhec ên rojhilatê Babê jî kirin hedef.

QSD’ê: Di êrişên li ser gundên Eyn Îsayê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan

Doh jî, Navenda Ragihandinê a QSD bîlançoya êrişên li ser gundên Eyn Îsayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê: 20’ê Çile, dewleta Tirk a dagirker bi bejahî û hewayî êrîş pêk anîn û 22’ê mehê jî êrişî gundan kir.

Hat diyar kirin di encama êrişan de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 11 jî birîndar bûn.

QSD’ê da zanîn 23’yê Çile, di encama bersivdayîna êrişan de li gundê Bîr Îsa de 10 çete hatin kuştin.

Back to top button