Li Efrînê dagirkeran 4 welatî revandin

Li Efrînê dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber didome. Dagirkeran 4 kesên din revandin.

Hat ragihandin MÎT’a Tirk û çeteyan 4 Efrînî ji Efrînê revandin ku ji wan birayên hevin..

Hat diyar kirin navê kesên hatine revandin wiha ne:

Ebdil-Rehman Reşo û birayê wî Elî Reşo ji gundê Mistika yê Şiyê,

Fêsel Horo ji navçeya Bilbilê û Xelîl Qemer ji gundê Satiya ê Cindirêsê ne..

Her wiha hate diyarkirin ku istîxbarata Tirk di ser malên kesên revandî de girtin, mal û telefonên wan kontrol kirin û li wan dan e…

Hat diyar kirin kesên hatine revandn birine cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn….

Back to top button