Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Şaneyeke DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin

Hêzên Asayîşê di encama operasyonekê de şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê girtin.

Malpera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê,ragihand ku hêzên wan duh bi şev bi ser cihê şaneyeke DAIŞ’ê a li rojavayê Dêrazorê de girtin.

Hat diyarkirin ku di encama operasyonê de 5 çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê hatin girtin.

Hat ragihandn di dema lêpirsînê de çete li xwe mikur hatine ku wan sivîl hedef digirtin, da ku ewlehî û aramiya herêmê xira bikin.

Ew çete ji bo darizandinê şandin dadgehê.

Back to top button