Koalisyona navdewlet :DAIŞ xeteriyeke cîhanî divê çareseriyeke mayînde jê re were dîtin

Koalisyona navdewletî bi daxuyaniyekê serkeftina QSD’ê li ser çeteyên Daiş’ê ya li bajarê Hesekê pîroz kir. 

Fermandarê hêza misyonên hevbeş general Jon Brînan di daxuyaniyê de pesna hêzên Sûriya demokratîk û wiha daxuyanî dewam kir;

Em hêjî li kêleka hevkarên xwe QSD’ê disekinin ku li Hesekê bi qehremanî li dijî çeteyên Daiş’ê disekinin.

Pirsgirêka Daiş’ê ne tenê li bajarê Hesekê ye.

Daiş pirsgirêk û xeteriyeke cîhanî ye.

Ji ber vê yekê divê dewletên cîhanê çareseriyeke mayînde ji vê xeteriyê re bibînin.

Divê em şert û mercên ku hiştin careke din Daiş’ê serî hilde baş lêkolîn bikin û rê nedin ku careke din Daiş’ê li herêmê zindî bibe.

Her wiha alîkarî û desteka me ji Hêzên Sûriya Demokratîk QSD re berdewam e da ku xeteriya Daiş’ê li herêmê radibe.

Back to top button