Rêveberiya Xweser: Em serkeftina li Hesekê pîroz dikin û berxwedanê silav dikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê serkeftina berxwedana Hesekê li hember plana nû ya DAIŞ’ê û piştevanê wê yê tirkî pîroz kir. 

Rêveberiyê piştrast kir ku armanc ji vê êrişê ya hemwextî salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser têkbirina vê rêveberiyê bû, lê berxwedana hêzên leşkerî û şêniyan ew plan têk birin.

Armanc ji vê êrişê ku herêmên nû dagir bikin û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bikin.

Di 20`ê Çileyê de ku roja damezirandina Rêveberiya Xweser e êrişên xwe pêk anîn.

Ev yek jî teqez dike ku ev yek êrişeke li dijî îradeya gelên herêmê bû. Lê ev êriş bi saya keç û xortên me hate têkbirin.

Em îro du serkeftinan pîroz dikin. Serkeftina Kobanê û serkeftina gelê me li Hesekê.

Em gelê xwe bi vê serkeftina mezin, pîroz dikin.

Rêveberiya xweser di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê herêmê kir ku di parastina taxan de hişyar bin û destekê ji hêzên parastinê re li dijî çi êrişan berdewam bikin da ku destkeftiyên gelê me werin parastin.”

Back to top button