PYD: Li Hesekê hevgirtina leşkerî û sivîlan serkeftin bi dest xist

Meclisa Giştî ya PYD’ê bi daxuyaniyekê serkeftina li Hesekê pîroz kir û da zanîn ku hevgirtina leşkerî û sivîlan serkeftin “destaneya Hesekê” pêk anî.

PYD’ê piştrast kir ku ev destane dê bibe deriyê serkeftina mayînde li dijî terorê û bidawîkirina dagirkeriyê.

Ji ber ev serkeftin a tabyet bi civaka Sûrî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û bi saya fedekariyên vê civakê bi ser ket.

Ev destaneya lehengane 7 salan me paş ve vedigerîne ku di heman demê de Kobanê bi hevgirtina fermandarên meydanî û welatiyan ji DAIŞ’ê rizgar bû.

Em tevahî welatiyên xwe yên li Hesekê û şervanên ku canê xwe di oxira parastina Hesekê û rizgarkirina wê ji rêxistinên terorîst de dane silav dikin.

PYD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got ku serkeftina li Hesekê destpêka qonaxeke nû ya ber bi civakeke Sûrî ya demokratîk a hevgirtî ve ye ku tê de tevahî mafên xwe yên rewa wergirin.”

Back to top button