Piştî ragihandina têkçûna DAIŞ’ê li Hesekê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrişî gundewarên Til Temirê kirin, lê hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan da, Di encamê de çeteyek hate kuştin û gelek birîndar bûn.
Duh Piştî çend saetan ji ragihandina QSD’ê ya serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Til Temir kirin.
Çeteyan êrişên bejahî li ser gundê Til El-Leben ê başûrê rojavayê Til Temirê pêk anîn.
Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrişan da.
Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de çeteyek hate kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Di heman demê de şer di navbera çete û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de heta derengiya şevê berdewam bû.
Ev êriş piştî çend saetan ji ragihandina têkçûna DAIŞ’ê li Hesekê pêk hat.