Li Efrînê dewleta Tirk a dagirker pilanên guhertina demografiya herêmê dewam dike.
Artêşa Tirk a dagirker, Kurdên li gundê Derwîşê yê Efrînê bi zorê ji malên wan derdixîne û agir berdide zeviyên gundên navçeya Şêrewa.
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk a dagirker Kurdên gundê Derwîşê yê navçeya Raco bi zorê derdixîne û plan dike ku li gund baregeheke leşkerî çêbike.
Her wiha Dewleta Tirk a dagirker, Kurdên li Efrînê mane bi rêk û pêk sirgûn dike û li şûna wan malbatên çeteyan ên ji Guta, Hama, Lazkiye û Îdlibê anîne bi cih dike.
AGIR BERDIDINE ZEVIYÊN ŞÊNIYÊN NAVÇEYA ŞÊREWAYÊ
Li aliyekî di hin çavkaniyên herêmî ji navçeya Şêrawa ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir berdan zeviyên gundê Berad yê navçeya Şêrawa.
Çavkaniyan diyar kirin ku agir gihaşte zeviyên gundê Meyasa jî.
Di encam de gelek zeviyên gundiyan şewitîn.