KNK: Divê li dijî metirsiya DAIŞ’ê piştgiriyeke Navneteweyî hebe

Kongreya Netewî ya Kurdistanê-KNK li dijî gefa DAIŞ’ê bang li saziyên navneteweyî kir ku dadgeheke darzandina çeteyên DAIŞ’ê ava bikin. Partiya Kesk a Demokrat jî têkbirina DAIŞ’ê a li Hesekê û salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir..

Kongreya Netewî ya Kurdistanê-KNK û Partiya Kesk a Demokrat bi boneya serketina li dijî DAIŞ’ê û dewama xeteriya wê li ser cihanê daxuyanî dan..

KNK’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku DAIŞ’ê di 20’ê Çile de ji bo revandina 5 hezar endamên xwe yên li Girtîgeha Sînaa ya Hesekê êriş pêk anî û got:

“Ev hewldana mezin û koordîneyî ya revandina ji girtîgehê bi piştgiriya hêzên herêmî bû.

Rejîma Sûriyê çav girt û bi vê alîkariya êrişê kir.

Artêşa Tirk jî bi balafirên şer û keşfê bû alîkar û bi sedan çeteyên cîhadîst ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî derbasî gundên derdora Hesekê kir..

Ji 20’ê Çile ve hêzên QSD’ê vê metirsiyê bi lehengî kontrol dikin, lê metirsî hîne bi dawî nebûye..

Nabe tenê ev bar li ser pişta QSD’ê û Rêveberiya Xwese bê hiştin..

DAIŞ gefeke li ser ewlehiya tevahiya welatên Ewropayê û cîhanê ye.”

KNK’ê bang li Neteweyên Yekbûyî, NATO, Koalîsyona Navneteweyî, Yekîtiya Ewropa, Yekîtiya Efrîqa û komkara Erebî kir ku bi van karan rabin:

KNK: Divê hesab ji dewleta Tirk a piştgirê DAIŞ’ê bê pirsîn

“1-Endamên DAIŞ’ê yên hemwelatiyên xwe werbigrin û piştgiriyê bidin avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ’iyan.

2- Dewleta Tirk ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve tecrîd bikin yan jî ji ber piştgiriya wê bi DAIŞ’ê re li dadgeheke navneteweyî bê darizandin.

3- Piştgiriya ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bê zêdekirin û bi fermî wê nas bikin.”

Partiya Kesk a Demokrat: Divê em xwedî li rêveberî û hêza xwe derkevin

Bi boneya salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê û şerê li dijî DAIŞ’ê Partiya Kesk a Demokrat jî daxuyaniyek da…

Partiya Kesk di daxuyaniya xwe de balkişand ser serkeftina Kobanê ku bi destê YPG’ê û YPJ’ê bû dest pê ka bidawîbûna DAIŞ`ê û got:

“Berxwendana Kobanê destana berxwedan û serkeftinê bû.

Kobanê ji bo hemû gelên li cîhanê bû sembola fedakarî û wefadariyê.

Ev berxwedan bi desteka Koalîsyona Navneteweyî dewam kir û bi teslîmbûna bi hezaran çeteyan li Baxozê tacîdar bû.

Careke din dewletên destekê didin DAIŞ`ê hewl dan vê xeteriyê vejînin, lê QSD, YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê bûn bend û xeterî têk birin…”

Partiya Kesd a Demokrat di dawiya daxuyaniya xwe de soz da ku ew ê şopdarên serkeftinê û avakirinê bin û ev bang kir:

Em xwedî li hêz û rêveberiya xwe ya xweser derkevin.

KCDK-E: Êrişa li ser Hesekê bi rihê berxwedana Kobanê hat şikandin

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdan a Ewropayê KCDK-E jî bi hemman armancê daxuyaniyek da.

KCDK-E diyar kir êrişa çeteyên DAÎŞ’ê bi rihê Kobanê hat şikandin û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li ser mijara DAÎŞ’ê gavên pêwîst biavêje.

Back to top button