Lêkolînera Foruma Rojhilata Navîn Cynthia Farahat diyar kir ku di serî de Tirkiyê û Qeter destê gelek aliyan di êrişa DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa de heye.
Cynthia Farahat derbarê êrişa DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê ji ANHA’yê re axivî û got:
”Destê gelek aliyan di vê êrişê de heye, di serî de Tirkiyê û Qeter.
Aliyê sûd ji van êrişan digirin, Ixwan Muslimîn, DAIŞ, El-Qaîde û hikumetên destekê didin van rêxistinan in.
Armanca bingehîn, firehkirina daîreya leşkerkirina terora islamê ye.”
Cynthia Farahat bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember dosyaya DAIŞ’ê û ev tişt anî ziman:
”Mixabin, civaka navneteweyî tu helwest nîşan nade.
Ji ber ku heta bide jî, wê pirsnîşanan girêdayî dewletên sponserên wan rêxistinan derxe pêş.”