Şervan Derwîş: Em xwedî li bîranîna Ebû Leyla derdikevin

Di nava berxwedana ku li Kobanê hate kirin de , yek lehengên ku mohra xwe li berxwedanê xist Ebû Leyla bû. Şehîd Ebû Leyla heta roja dawî a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê Ebû Leyla cihê xwe di nava vê berxewdana dîrokî de girt. Bi boneya salvegera 7’an a rizgarkirina Kobanê berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Dewrêş axivî û berxwedana Ebû Leyla a di şerê Kobanê û Minbicê de nirxand.

Di nava berxwedana ku li Kobanê hate meşandin de gelek lehengan cihê xwe girt. Yek ji wan jî fermndar Feysal Ebû Leyla bû.

Têkildarî berxwedana ku Ebû Leyla li Kobanê meşand berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji ANF’ê re axivî.

Şervan Derwêş diyar kir bi destpêkirina Şoreşa Rojava re Ebû Leyla yek ji kesên ku di nava koma destpêkê ya parastinê de cihê xwe girt.

Derwêş anî ziman dema ku şerê Kobanê dest pê kir Ebû Leyla cihê xwe di nav de girt û beriya wê li Helebê û li gelek deverên din li dijî DAIŞ’ê şer kir.

Derwêş destnîşan kir ku hêz û îradeya Ebû Leyla bandor li her kesî dikir û ev tişt anî ziman:

“Her kes dixist nava liv û tevgerê. Li eniya ku ew lê bû şer cuda bû. Di şerê Kobanê de jî bi rola xwe rabû. Ebû Leyla 14 caran birîndar bûbû lê tevî wê jî her şer dikir.”

Derwêş anî ziman ew yek ji sembolên şerê Kobanê û Minbicê bû û got,

“Li Minbicê dema ku komeke şervanan hate dorpêçkirin ew yekser çû destwerdanê, lê piştî ku kom ji dorpêçê xilas kir, di vegerê de bi êrişa hawanê şehîd bû.”

Derwêş di dawiyê de got:

“Armanca wî têkbirina DAIŞ’ê bû. Piştî şehîd bû, şervanên wî rêya wê şopandin û li Reqa, Tebqa, Dêra Zor û Baxozê, şer kirin û derba dawî li DAIŞ’ê xistin.

Heta ku ev ax ji dagirkeran rizgar bibe û azadî mayînde bibe, em ê şer bikin.”

Back to top button