Siyamend Welat: Planên Tirkiye û hikûmeta Şamê negihan serî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Asayîşê Siyamend Welat diyar kir ku destê Tirkiye û hikûmeta Şamê di êrişa li dijî girtîgeha Sînaayê de heye. 

Siyamed Welat diyar kir ku piştî berxwedaneke 7 rojan, girtîgeha Sînaa bi temamî hat kontrolkirin.

Da zanîn jî ku hin çete bi piştgiriya Tirkiyê, ji herêmên dagirkirî û hin jî ji herêmên li jêr kontrola hikûmeta Şamê hatibûn.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Asayîşê anî ziman ku planên Tirkiye û hikûmeta Şamê têk çûn, QSD’ê û Hêzên Asayîşê berxwedaneke mezin nîşan da û rewş kontrol kir.

Back to top button