Parêzerên Reqayê : Yekane çereseriya aloziya Sûriyê diyalogên Sûrî -Sûrî ye

Parêzer Xalid Hesen û Salih Selame bertek nîşanî lihevkirinên dawî yên Hikumeta Şamê da. Ev parêzer dibêjin “banga hikumeta Şamê ya “lihevkirinê” xizmeta gelê Sûriyê nake. 

Xalid Hesen ku Hevserokê Yekitiyê Parêzeran a Reqayê ye, anî ziman “Gelê me di dirêjahiya deh salên derbasbûyî gelek azar kişandin, lewma hewcedarî bi diyalog û çareseriyeke siyasî heye.”

Parêzer Xalid Hesen bang li hikumeta Şamê kir ku bi Rêveberiya Xweser re diyalogan bide destpêkirin, da aloziya Sûriyê were çareserkirin.

Salih Selame jî ku Endamê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye der barê heman mijarê de axivî.

Parêzer Salih piştrast kir ku aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî wê were çareserkirin.

Wî jî bang li hemû aliyên Sûriyê kir ku yekitiya xwe ava bikin û banga Sûriyeke yekgirtî û azad bikin .”

Dawiyê jî parêzer Salih Selame tekez kir divê lihevkirineke giştî-siyasî hebe ku hemû Sûriyan bigire nav xwe.

Back to top button