Gerîlayan li Zapê bi çekên giran li leşkerên Tirk xistin. Di çalakiyan de derb leşkerên li ser Girê Koordîne û Kela Bedewe hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyan de ev agahî parve kir:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
24’ê Çileyê li Girê Koordîne bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Heman rojê jî ji 2 baskan ve bi çekên giran li dagirkerên li Kela Bedewe hate xistin.
Di encama van herdu çalakiyan de derb li dagirkerên li çeperan hate xistin.
HPG’ê ragihand 21, 22 û 26’ê Çileyê herêmên Garê, Metîna, Xakurkê, Goşînê û Zap, bi balafirên şer hate bombebarankirin.
Hat diyar kir di van êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.