DEWLETA TIRK A DAGIRKER, PIŞTGIRIYÊ JI ÇETEYÊN ”HEYIT TEHRÎR ŞAM” RE DIŞÎNE

Serçeteyek ji komên çete yên dewleta Tirk a dagirker diyar kir ku 110 çeteyên wan gihîştin Hemayê da ku destekê bidin çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam.
Serçete Ebû Mihemed Colanî jî got,
Dewleta tirk ji wan re alîkarî gihandiye herêmên bakurê Sûrî ku di bin dagirkeriya wan de ye.
Her wiha çete jî komên xwe li Hemayê zêde dikin.

Tevî ku hêzên Rûsyayê li “herêmên bêçek” 72 saetan şer rawestand, lê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ku di nava lîsteya terorê de ye, agirbest red kir.

Serçeteyê wê Ebû Mihemed Colanî diyar kir ku Tirkiyê alîkarî ji wan re şandiye herêmên bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya wan de.

Çeteyê bi navê Ebû Hesen destnîşan kir ku koma yekemîn bi hejmara 110 çeteyan ji navenda giştî ya artêşê ya Rayî derket û paşê dê 2 komên din bi heman hejmar û çekan biçin.

Çeteyê bi navê Ebû El-Hesen diyar kir ku çete dê bi rêya dergeha El-Xezawiyê yê li Sehil Hemayê bi hevahingiya bi fermandarên çeteyên Ceyş El-Iza yên li Sehil El-Xab derbasî Idlibê bibin.

Çavkaniyan jî ragihandin ku artêşa Tirk gelek alîkariyên leşkerî yên nû anîn bajarê Hatay da ku derbasî Idlibê bikin û çekan li çeteyan belav bikin.

Tevî ragihandina agirbestê, ji şevê din ve di navbera her du aliyan de şer derdikeve.

Ji bo şer dûrî Idlibê bikeve, artêşa Tirk şer veguherand bejahiya Laziqiyê.

Li gorî çavdêran, Tirkiye bi vê yekê demê qezenc dike da ku xetên şer ên bi rejîmê re li Idlibê xurt bike û çekên giran bigihîne çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam.

Leave a Reply

Back to top button