Mistefa Karasû: Di sala 24. a komployê de gelê Kurd wê bêhtir xwedî li Rêber Apo derkeve

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû derbarê êrişa DAIŞ’ê a li ser Hesekê de diyar kir, hêzên QSD’ê bi temamî pêşî li vê planê girtin. Karasû got, “Divê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dewam bike. Divê ev têkoşîn ne tenê ya gelê Kurd be. Divê gelê Ereb û gelên Rojhilata Navîn jî di nava vê têkoşînê de cih bigirin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a kanala Medya Haber TV bû û bersiv da pirsên li ser rojevê.

Karasû destpêkê bi nêzikbûna salvegera komploya navnetewî a 15’ê Sibatê ev tişt anî ziman: “Di nava 23 salên derbasbûyî de yek ji têkoşîna herî mezin a dîroka mirovahiyê hate meşandin.

Di navbera dewleta Tirk a qirker û Rêber Apo de têkoşînek mezin heye

Rêber Apo, bi salan helwesteke azadîparêz nîşan da û li dijî polîtîkayên şerê taybet ê dewletê têdikoşe.

Hîn jî tecrîdeke giran li ser Rêber Apo heye.”

Mistefa Karasû diyar kir, gelê Kurd û dostên xwe ku 23 sal in xwedî li Rêber Apo derdikevin wê di sala 24’an de hîn bêhtir xwedî lê derkevin û got,

“Hem azadiya gelê Kurd hem jî azadiya Rêber Apo wê teqez misoger bibe.”

Mistefa Karasû: Divê gelê Kurd tev piştgiriyê bide têkoşîna rizgarkirina Efrînê

Mistefa Karasû bal kişand ser dagirkirina Efrînê ku di sala 4’an de ye û ev nirxandin kir:

“Li Efrînê ji zext û zilmê wêdetir, qirkirin heye.

Li hemberî vê yekê cîhan bêdeng e.

Hêzên ENKS’î yên ser bi PDK’ê ve, dagirkeriya li wê derê rewa dikin.

Xelkê Efrînê jî li dijî vê yekê bi rengekî mezin li ber xwe dide.”

Karasû Efrîniyên ku li Şehba ji bo vegera warên xwe têdikoşin silav kir û got: “Divê gelê Kurd bi temamî piştgiriyê bide têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê.”

Di dewama hevpeyvînê de Karasû êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê nirxand û wiha dewam kir:

Mistefa Karasû: DAIŞ li dijî Şoreşa Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve tê bikaranîn

“Hêzên QSD’ê tevî ku berê bi êrişa DAIŞ’ê nehesiyan jî piştre bersiva pêwîst dan.

Hêzên QSD’ê wê dawiya dawî DAIŞ’ê tasfiye bikin.

Lê belê DAIŞ hîn jî weke gefekê heye.

Lewma divê şoreşgerên Rojava zanibin ku DAIŞ ji dewleta Tirk û hin hêzan piştgiriyê werdigire û divê li gorî vê yekê tedbîrên xwe xurtir bikin.”

Karasû piştrast kir ku DAIŞ ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gelê Rojava tê bikaranîn û wiha dewam kir:

“Armanc ew e ku gelê Ereb û gelê Kurd li ber hev rake.

Ji ber ku tişta herî zêde DAIŞ û dewleta Tirk jê aciz e tifaqa Kurd û Ereb e.

Lewma ev êriş ji aliyekî ve weke êrişek li ser vê tifaqê ye.

Divê gelê Kurd û Ereb tifaqa xwe xurtir bikin.”

Mistefa Karasû: Divê gelên Rojhilata Navîn di nava têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de cih bigirin

Karasû diyar kir eger ev êriş bigihîşta armanca xwe, wê ji bo DAIŞ’ê bibûya pêngavek û wiha dawî kir:

Bêguman hêzên QSD’ê bi temamî pêşî li vê planê girtin. Divê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dewam bike. Divê ev têkoşîn ne tenê ya gelê Kurd be. Divê gelê Ereb û gelên Rojhilata Navîn jî di nava vê têkoşînê de cih bigirin “

Back to top button