Serlêdan nayên qebûlkirin û agahî ji Rêber Apo nayê girtin

Rêber Apo, ev 23 sal in di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin û serlêdanên hevdîtinan jî bê bersiv dimînin. Têkildarî tecrîdê, û axaftinên serokê rejima Tirk Erdogan de birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan got: ”Li şûna ku em ser navê wî baxivin, bila bihêlin hevdîtin çêbibe û ew bi xwe baxive û nêrînên xwe eşkere bike.”

Rêber Apo, ev 23 sal in di bin tecrîdeke giran de tê girtin û bi ti awayî nahêlin ku hevdîtin bi malbat û parêzeran re pêk bîne.

Di van 10 roj ên derbasbûyî de, Serokkomarê Dewleta Tirk Erdogan di axaftinên xwe de çend caran navê Rêber Apo anî ziman û xiste rojeva xwe.

Ev yek, di raya giştî ya Tirkîyê û Kurdistanê de rê li ber nîqaşên nû vekir.

Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan, têkildarî tecrîd û axaftinên dawî yên Erdogan, ji ajansa Mezopotamya re axivî.

Mehmet Ocalan dîyar kir ku Erdogan li ser navê birayê wî sîyasetê dike û got: ”Şûna ku em li ser wî baxivin, bila ew bi xwe baxive û nêrînên xwe eşkere bike.”

Mehmet Ocalan: Şûna ku Erdogan ser navê Rêber Apo baxive, bihêlin ew nêrînên xwe eşkere bike

Mehmet Ocalan, qala axaftinên Erdogan ên demên dawî kir û anî ziman ku bi ti awayî nahêlin ew hevdîtinê bi birayê xwe re bikin û wiha dewam kir:

”Li wir çi diqewime em nizanin. Hemû tekilîyên me yên bi Îmralîyê re hatine qûtkirin. Li Girava Îmralîyê mafên qanûnî, demokratîk hatine binpêkirin.

Em nizan bê Rêber Apo dijî an na. Divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Divê malbat jî parêzer jî biçin hevdîtinê bikin.”

Mehmet Ocalan: Ocalan dikare fikrên xwe aşkere bike

Mehmer Ocalan destnîşan kir ku ji bo Rêber Apo fikrên xwe eşkere bike, divê hevdîtin çêbibe û wiha bi dawî kir:

”Şûna em li ser navê wî baxivin bila ew bi xwe baxive. Rêber Apo dikare nêrînên xwe eşkere bike.

Em wekî malbat ku mafê me yê herî demokratîk e, dixwazin hevdîtin bikin û parêzer jî biçin Îmralîyê.”

Back to top button