Li kobanê salvegera berxwedanê û Rêveberiya Xweser hate pîrozkirin

Salvgera 7. a rizgarikirina Kobanê û salvegera 8. a damezrandina Rêveberiya Xweser a Kobanê, bi şahiyekê hat pîrozkirin. Bi sedan şêniyên Kobanê û endamêm saziyên Rêverberiya Xwesera Herêma Firatê û partiyên siyasî tevlî pîrozbahiyê bûn.

7 sal li ser serketina Berxwedana Kobanê a li dijî çeteyên DAIŞ’ê û 8 sal li ser damezrandian Rêveberiya Xweser a Kobanê re derbas bûn.

Bi boneya vê rojê li Kobanê pîrozbahî hat lidarxistin.

Pîrozbahî li hola Firatê bi tevlîbûna bi sedan şêniyên Kobanê, endamên partiyên siyasî û endamên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê hate lidarxistin.

Şahî bi axaftina hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Zozan Bekir dest pê kir.

Heserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etî jî axivî û diyar kir Rêveberiya Xweser encama têkoşîna tevgera azadiyê bû û ji bo parastina mafê gelên herêmê hatiye damezrandin.

Hevserokê Meclisa Reqa a Sivîl Mihemed Nûr Edîb û Endama Koordînasyona Kongra Star Macide Hesûn jî axivîn û salvegera serketian Berxwedana Kobanê serketina li Hesekê pîroz kir.

Di şahiyê de komên stranan ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê stranên xwe pêşkêşkirin û govend hat gerandin.

Back to top button