QSD’ê bersiv da UNICEF’ê: Em pabendî hemû peymanên parastina zaroka in

QSD’ê di mijara zarokên DAIŞ’ê (Eşbal El-Xelîfe) de bersiv da UNICEF’ê. QSD’ê bi bîr xist ku ew girêdayî peyemanên navnetewî yên parastina zarokan in û bang li NY kir ku wan zarokan vegerînin welatên wan.

Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê ya ku 20’ê Çile dest pê kir, yek ji mijarên ku derketin pêş, mijara zarokên DAIŞ’ê (Eşbal El-Xelîfe) bû.

Girêdayî van zarokan rêxistina UNICEF ya navnetewî daxuyaniyek da û metirsiya li ser wan, anî ziman.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî bi daxuyaniyekê, bersiv da UNICEF’ê.

QSD’ê diyar ku ew vê daxuyaniyê pêşwazî dike û hin xalên ku divê neyên paşguhkirin, wiha rêz kirin:

“QSD’ê neçar ma weke tedbîreke demkî heta ku çareseriyek ji wan re were dîtin, van zarokan, da ku hem wan biparêze û hem jî civakê ji wan biparêze bigre.

Ev Zarok ji çeteyan cuda tên girtin û hucreyên wan jî cuda ne.

Ev yek jî li gorî perspektîfên NY’yê pêk hat û me lîsteya agahiyên têkildarî wan zarokan jê re şandin.

Me derfet da hemû sazî û rêxistinên mirovî ku destekê bidin wan zarokan û bernameyên ji nû ve perwerdekirinê ji wan re deyne.

Me di asta yekemîn de weke ku qurbanî ne bi wan re, mijûl bûn.

Ev zarok rasterast beşdarî şer bûne û di perwerdeyên leşkerî û îdeolojiya tundraw re derbas bûne, ji bo wê hêzên me di Gulana 2021’an de, gelek tedbîrên taybet ên li gorî pîvanên navneteweyî yên ji bo parastina zarokan, girtin.

Gelek caran me bang li NY û civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe ên têkildarî vê mijarê bi cih bînin û çareseriyên rastîn jê re peyda bikin.

Van zarokên ne Sûrî vegerînin welatên wan da ku ji nû ve bên perwerdekirin û tevlî civakê bibin, ji bo ku jiyaneke asayî bijîn.

Me bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku desteka pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bikin, da ku navendên ji nû ve perwerdekirina zarokên sûrî û yên biyanî ava bikin, heta vedigerin welatên xwe.

Lê heta niha ev bangewaziyên me bê bersiv mane.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek zarokên DAIŞ`ê radestî welatên wan kirin.

QSD’ê bersiv da UNICEFf’ê: Divê ny zextê bike da ku welat hemwelatiyên xwe ên DAIŞ’î vegerînin

NY û piraniya dewletên endam di serî de welatên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ`ê de hene, ev dosya paşguh kirin, sozên ku dane pêk neanîn û barê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tenê li ser Rêveberiya Xweser hiştin.”

QSD’ê bang li NY kir ku ji welatên ku hemwelatî û zarokên wan di nav DAIŞ`ê de hene bixwaze ku wan vegerînin.

QSD’ê bang li UNICEF û rêxistinên mirovî jî kir ku ji bo avakirina navendên ji nûve perwerdekirinê yên li gorî pîvanên navdewletî, destekê bidin Rêveberiya Xweser.

Back to top button