Hejmarek jin û zarokên DAIŞ’î radestî şandeyê Swêdî hat kirin

Şandeyeke Swêdî serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir û hejmarek ji jin û zarokên malbatên DAIŞ’ê yên swêdî radestî wan hate kirin.

Şandeya Swêdê ku ji balyozê Swêdî Frederk Floren û cîgira wî Kristîn Hidinburg pêk dihat, ji hêla cîgirê hevserokatiya daîreyê Fener Giêt, birpirsa beşa Ewropa li daîreyê Şêwaz Xelîl û hin endamên Desteya Rêveber a daîreyê hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de rewşa herêmê hate nîqaşkirin û bal hate kişandin li ser êrişên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê li ser Girtîgeha Xiwêran, û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê.

Fener Giêt îşaret bi girîngiya piştgiriya siyasî û aborî ya herêmên Rêveberiya Xweser kir.

Şandeya Swêdî jî diyar kir ew ê piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweser dewam bikin.

Di dawiyê de Daîreya Têkiliyan hejmarek ji jin û zarokên malbatên DAIŞ’ê yên welatiyên Swêdê radestî şandeyê kir.

Back to top button