Saziya Aborî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê firineke nû ava dike

Hejmara şêniyan li taxa Şêxmeqsûdê zêde dibe. Ji ber vê Saziya Aborî ya li Helebê firineke nû li taxê ava dike.

Xebata avakirina firinê di meha Kanûna derbasbuyî de dest pê kir û xebatkar gihaştin qonaxa dawî ya avakirina firinê ye.

Saziya aborî diyar kir ku dê rojane 6 ton ard ji bo firinê bê veqetandin û rojane 70 hezar kîs nan derxe.

Têkildarî mijarê, hevseroka Saziya Aborî Narîn Îbrahîm axivî û da zanîn ku armanca wan ji avakirina firinê ewe ku pêdiviyên nan ên şêniyên taxê bi cih bîne.

Back to top button