Li başûrê Kurdistanê jî piştgiriya kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê zêde dibe.
Rojnamevanên Çemçemal jî da zanîn ku PKK hêzek netewî ye, şerê terorê dike û divê PKK ji lîsteya Terorê bê derxistin.
Rojnamevanên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê derbarê giringiya kampanyê de ji Rojnews re axivîn.
Rojnamevan Aram Şêx Ezîzî da zanîn ku PKK hêzek netewiye û xebatê ji bo her çar parçên Kurdistanê dike.
Aram Şêx Ezîzî diyar kir ku derxistina navê PKK’ê ji lîsta terorê wê pirsgirêka gelê Kurd a li Rojhilata Navîn were çareserkirin.
Bi heman armancê Rojnamevan Serkewt Şiwanî got: “PKK berjewendiyên netewî diparêze, şerê terorê dike û nabe navê terorê lê were kirin.”