Konferansa 1. a Meclisa Edaleta Civakî li Reqa û Tebqa hat li dar xistin

Meclisa Edaleta Civakî ya Reqa û Tebqayê konferansa xwe ya yekemîn li hola navenda çandê ya Tebqayê li dar xist.

Konferans bi diruşma “Ji bo pêşxistina edaleta civakî di civaka exlaqî û polîtîk de û ji bo misogeriya aştî û aramiyê” li dar ket.

Di konferansê de gelek dozger, parêzer, nûner û endamên meclisên edaleta civakî ya Tebqa û Reqa û hin hevserokên komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê amade bûn.

Di konferansê de gelek axaftin derbarê kar û xebata salekê de hatin kirin.

Piştî axaftinan rapora salê ya meclisê hate xwendin.

Di raporê de hin kêmasî mîna lawaziya koordînaya di navbera edaleta civakî û hin saziyên din de heye, nexasim jî ewlehiya hundirîn, hatin destnîşankirin.

Her wiha deriyên nîqaşê ji beşdaran re hate vekirin, kêmasî, pêdivî û rêbazên pêşxistina mekanîzmaya xebata dîwana edaleta civakî nîqaş kirin.

Li dawiyê 18 endam ji bo rêvebirina Meclisa Edaleta Civakî hatin hilbijartin, ji wan 2 bûn hevserok û 3 ji bo endamên nivîsgeha lihevanîn û 13 endam jî li nivîsgehên din hatin belavkirin.

Back to top button