Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku pabendî qedexeya ragihandî bin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewelekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de got:
“Hêzên me lêgerîna li şaneyên veşartî yên mayî berdewam dikin û hîna metirsiya şaneyên DAIŞ’ê dewam e.
Ji bo vê Fermandariya Hêzên Ewlekariyê bang li şêniyên bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li gorî qedexeya beşî tev bigerin,
Û bang li şêniyên Hesekê jî kir ku li gorî qedexeya giştî ya ragihandî, tevbigerin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariyê dawiya daxuyaniyê ev got:
“Tevî ku hêzên me bi hemû derfetên xwe operasyonên lêgerîna li terorîstan didomînin jî, lê divê gelê me hişyar be û dema rewşên biguman bibîne, yekser agahiyê bide.”