Qubat Talebanî: Em QSD spas dikin û erkê me hemuyan e ku rê li ber çeteyên DAIŞ’ê bigirin

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Qubat Talebanî têkildarî serkeftina şervanên QSD’ê peyamek weşand. 

Qubat Talabanî di peyama xwe ku li ser Facebook û Twitterê belavkirî de, spasiya şervanên QSD’ê kir û ev got:

“Spasî û rêzeke mezin ji wê mêrxasî û fedekariya şervanên QSD’ê re heye ku li bajarê Hesekê nîşan dan. Şervanên ku karîn terorîstên DAIŞ’ê yên ji girtîgeha Guwêran reviyayî, bigrin. Terorîstên DAIŞ’ê dixwesti , aramiya deverê têk bibin û careka din xwe xurt bikin, lê QSD’ê ev armanca wan têk bir.”

Qubat Talabanî xemginiya xwe bi malbatên şehîdên operasyonê re parve kir û hêviya başûbûnê ji birîndaran re xwest.

Dawiya peyama xwe jî Qubat Talabanî got: “Ev bûyer ji me re dibêje ku DAIŞ hîna metirsiyekî zindî ye Û divê li Herema Kurdistanê û Iraqê jî ji van çeteyan xafil nebîn û di amade başiyê de bin. Erkê me hemûyan e em rê li ber bigrin.”

Back to top button