Artêşa dagirker gundên Bab, Şera û Şehbayê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh jî gundewarên Babê topbaran kirin. Gundên hatîn armancgirtin, Kor Horîk û Xalidiyê bûn.

Artêşa Tirk û çeteyên xwe doh derengiya şevê ji baregeha Şêx Nasir, gundên Kor Horîk û Xalidiyê yên rojhilatê Babê bi mûşek û hawinan topbaran kirin.

Di encama topbaranê de zirar gihişt erd û zeviyên şêniyên gundên navborî.

Hemwextî êrişa li ser gundewarê Babê, li ser gundên Şera û Şehbayê jî êriş hebûn.

Artêşa Tirk û çeteyên xwe, gundên Merenaz, Şewarxa û Elqemiyê yên navçeya Şera bi hawin û mûşekan topbaran kirin.

Ji bilî gundên Şera, gundên Şehbayê Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa û bendava Şehbayê jî hatin topbarankirin.

Back to top button