Parlamentoya Iraqê wê 7’ê Sibatê serokkomarê xwe hilbijêre

Parlamentoya Iraqê dema hilbijartina Serokomarê Iraqê diyar kir, ew jî 7’ê Sibatê ye.
Wê 31’ê Çileyê jî navên namzetên ji bo serokomariyê werin eşkerekirin. 

Piştî civîna Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, parlamentoyê ragihand “Piştî temambûna riyên yasayî wê di 31’ê Çile de roja Dûşemê navê namzetên ji bo serokomariya Iraqê werin eşkere kirin.”

Parlamentoyê eşkere kir li gorî lihevkirinên hatîn kirin, erka serokomariya Iraqê ji bo Kurdan e û di nav Kurdan de jî ew maf a YNK’ê ye.

PDK’ê ji niha ve namzetê xwe Hoşyar Zêbarî diyar kir.

Namzetê YNK’ê jî Dr. Berhem Salih e.

Li ser diyarkirina namzetiyeke hevbeş her çendî PDK û YNK li hev civiyan jî heta niha l hevkirinek nîne.

Şîrovekarên siyasî diyar dikin ku ev perçebûn wê zirarê bide destkeftiyên kurdan.

Heta niha Celal Talebanî, Faud Mûsim û Dr. Berhem Salih ev erk bi rê ve birine.

Back to top button