Eşîrên Ereb û Kurd: Hedefa wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e

Têkildarî lihevkirinên ku hikumeta Şamê behsê dike, rûspiyên herêmê hem ên kurd û hem jî yên ereb nerazîbûnan nîşan didin.
Rûspiyê eşîra Omera Reşad Hec Xelîl û yê eşîra El-Xewatine Emar Mûsa dibêjin:
“Ev lihevkirin bêkêr in û ti başbûnê ji gel re nayne.”
Berdevkê Meclisa Rûspiyan a Minbic û gundewarê wê Mihemed Sadiq El Isêdî li ser aloziya Sûriyê jî piştrast dike çareserî tenê bi diyalogan pêkan e.

Di bin navê ‘lihevkirin û çareserkirinê’ de, dema dawî hikumeta Şamê hewl dide gel bixapîne û careke din tevliheviyan derxîne.

Bi vê re, hikumeta Şamê aloziya heyî ya Sûriyê, kurtir dike.

Li dijî van lihevkirinan, gelê herêmê rûspî û serokeşîr jî di nav de, xwedî bertek û helwest in.

Ji rûspiyên eşîra Omera Reşad Hec Xelîl der barê van lihevkirinan de wiha bertek nîşan da:

“Ev lihevkirin bêkêr in û tu encamên erênî ji gel re naynin.

Hikumeta Şamê hewl dide tecrûbeya Rêveberiya Xweser têk bike û bêje hîna ez heme.”

Ji qebîleya Cibûr, Feysel Seîd El-Herîs jî li ser heman idiayan ev got: “Yên “lihevkirin” bi hikumetê re qebûl kirine nûnertiya xwe tenê dikin. Baweriya me şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hikûmeta Şamê nemaye. Niha û piştî em gihaştin fikirê hevbeş di maf û erkan de, tu kes vegera rejîma desthilat qebûl nake.”

Ji eşîra El-Xewatîne, Emar Mûsa jî îşaret bi bandora neyînî ya van lihevkirinan li ser civakê kir.

Emar Mûsa got: “Me “lihevkirinên” li Der’a dîtin ku bandorên neyênî li civakê kirine. Me dît çawa gelek pirsgirêk bi xwe re anîn û gihaşt asta kuştinê. Rejîm bi van lihevkirinan hewl dide rûyê xwe xweşik bide xuyakirin.”

Berdevkê Meclisa Rûspiyan a Minbicê Mihemed Sadiq: Çareserkirina aloziya Sûriyê tenê bi diyalogê pêkan e

Der barê aloziya Sûriyê û awayên çareserkirina wê de jî Berdevkê Meclisa Rûspiyan a Minbic û gundewarê wê Mihemed Sadiq El-Isêdî axivî.

El-Isêdî got: “Sûriye di rewşeke kambax re derbas dibe, ev jî azara Sûriyan zêdetir dike, mînaka vê yekê jî rewşa bajarê Hesekê ye.”

Mihemed Sadiq piştrast kir ku rêya yekane ya çareserkirina alozioya Sûriyê diyalog e û banga yekitî û ewlekirina Sûriyê kir.

Back to top button