Cemal Şêx Baqî: Dewleta Tirk û hikumeta Şamê berpirsên bûyerên li Xiwêran in

Sekreterê Giştî yê P.D.K.S’ê Cemal Şêx Baqî derbarê êrişa li Hesekê diyar kir şaneyên DAIŞ’ê bi tenê nikarin êrişî girtîgeha Sînaa bikin û got, Yên ku plana vê êrişê danîne dewleta Tirk û hikumeta Şamê ne. Siyasetmedar û hiqûqnasan jî bang li hêzên navneteweyî kir ku têkildarî pirsgirêka çeteyên DAIŞ`ê de bi erka xwe rabin.

Li ser êrişa şaneyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sîna’a, Sekreterê Giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî ji anjansa Hawarê re nirxandin kir.

Cemal Şêx Baqî dibêje “şaneyên DAIŞ’ê bi tena serê xwe nikarin êrişî girtîgehê bikin, hin aliyên ku piştgirî dane van şaneyan hene. ev bûyer, planek e ji aliyê dewlet û hêzên mezin ve hatiye amadekirin.

Şêx Baqî destnîşan kir ku êrişa li ser girtîgeha Sînaa ne tenê bi destê şaneyên DAIŞ’ê ye, plana gelek alî û welatan e û got: “Em baş dizanîn ku dewleta Tirk piştevanê sereke yê DAIŞ’ê ye.

Wê destek da şaneyên DAIŞ’ê da ku êrişî girtîgeha Xiwêran bike û bi hikumeta Sûriyê û îstîxbarata wê re plana êrişî danî.”

Cemal Şêx Baqî: Armanca êrişa çeteyan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e

Şêx Baqî da zanîn ku armanca vê êrişê, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, vegerandina hikumeta Şamê li herêmê, têkbirina aramî û ewlehiya herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Şêx Baqî diyar kir ku ev plan bi berxwedana QSD’ê têk çû û got: “Divê em ji plan û siyasetên dijminên projeya rêveberiya xweser hişyar bin û nehêlin ku serkeftin û destkeftiyên gelê herêmê, têk bibin.”

Cemal Şêx Baqî: Divê civaka navneteweyî der barê van çeteyan de erka xwe pêk bîne

Sekerterê Giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî dawiya nirxandina xwe bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe li hember girtiyên DAIŞ’ê pêk bînin û got: ” Divê hemû dewlet welatiyên xwe werbigirin, wan li welatên wan darizînin an jî dadgeheke navneteweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin.”

Hiqûqnas Xalid Hesen: Divê di asta Navnetewî de pirsgirêka DAIŞ’iyên girtî bê çareserkirin

Li aliyê din êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê careke din dosyaya çeteyên DAIŞ`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xist rojevê.

Siyasetmedar û hiqûqnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tekildarî mijarê axivîn û diyar kirin ku civaka navneteweyî berpirsa xetereya heyî ye.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid Hesen têkildarî mijarê got:

“Hewcedariya dosyaya girtiyên DAIŞ`ê bi çareseriyeke li ser asta Sûriyê û navneteweyî heye da ku ev dosya were girtin.

Ji ber ku xetereyê li ser Sûriyê û cîhanê çêdike.”

Siyasetmedar Xalide Ebdo: Êrişa DAIŞ’ê a li Hesekê encama bêberpirsyariya hêzên navnetewî ye

Hevseroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê Xalîde Ebdo jî da zanîn bûyerên vê dawiyê li girtîgeha Sînaa ya Hesekê rû dan, encama bêberpirsyariya hêzên navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên girtî ye.

Xalîde Ebdo got:

“Derengxistina çareserkirina pirsgirêka girtiyên DAIŞ`ê, wê çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyalogan asteng bike.”

Back to top button