YPJ: Hêza me careke din rola xwe ya pêşeng raber kir

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Hêza YPJ’ê careke din bi rola xwe ya pêşeng rabûn û çete têk birin.”
YPJ’ê diyar kir ku metirsiya çeteyên DAIŞ’ê heta niha didome, lê hêzên navnetewî cidî nêz nabin û bi erka xwe ranabin.
Got jî “Çawa li Kobanê Arîn Mirkan û li Efrînê Avesta Xabûr, li bajarê Hesekê jî hevrêya me Awaz Efrîn bi berxwedanî şer kir.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî serkeftina li taxa Xiwêran a li dijî çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî da.

YPJ’ê di şexsê Şehîd Awaz Efrîn de, hemû şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr anîn û got:

“Ji amadekariyê heta pêkanîna êrişê, eşkere bû ku bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ’ê êriş kirine.

Rasthatina dîroka vê êrişê, bi ya dagirkirina Efrînê û avakirina Rêveberiya Xweser re ne ji rêzê ye.

Ev dîrok bi zanebûn hatiye hilbijartin. ”

YPJ’ê diyar kir çawa hêzên wan ji dema derketina çeteyên DAIŞ heta pêngavên tunekirina wan, bi rola pêşengtiyê rabû, di êrişa Taxa Xiwêran de jî bi heman rolê rabû, heta ku êriş têk bir.

Êzên navneteweyî cidî nêzî mijara daiş’ê nabin

YPJ: Hêzên navneteweyî cidî nêzî mijara DAIŞ’ê nabi

Fermandariya YPJ’ê da xuyakirin ku aliyên navneteweyî ji bo çareserkirina vê pirsgirikê bi erka xwe ranebû, çeteyên DAIŞ’ê paşguhkirin û xwedî li welatiyên xwe derneketin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser pirsgirêka Zarokên çeteyên DAIŞ’ê jî û bang li NY hat kirin ku bi erka xwe rabe û çareseriyekê bibîne.

YPJ’ê diyar kir ku hêzên vê civakê careke din plansaziyên çete û alîgirê wan têk birin, lê metirsî hîna ji holê ranebûye.

YPJ: Ş. Awaz Efrîn bû şopdara Arîn Mîrkan û Avesta Xabû

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de Şehîd Awaz Efrîn bi bîr anî û wiha behsa kesayeta wê kir:

“Di Pêngava ‘Gurzê Gelan’ de, yek ji lehengên YPJ’ê hevrê Awaz Efrîn bû.

Wê bi rihekî berpirsyar û wêrekiyeke mezin erka xwe bi cih anî.

Çawa li Kobanê Arîn Mirkan, li Efrînê Avesta Xabûr mohra xwe li şoreşê xist,

li bajarê Hesekê jî hevrêya me Awaz Efrîn bi berxwedanî şer kir.

YPJ’ê di şexsê van pêşengên leheng de, soza şopandina rêya wan da û ev got: Her kêlî em ê di nava amadekariyên mezin de bin, em ê mertalên parastina nirxên vê şoreşê, destkeftiyên wê û çavekî şiyar li ser ewlekariya gelê xwe bin.” Dawiya daxuyaniya xwe, Fermandariya Giştî ya YPJ’ê gelê Hesekê spas kir, taybet jin û dayîk ku bi fedakariyeke mezin erkên xwe bi cih anîn û kolanên xwe parastin.

Back to top button