Iraq..Balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê bi 6 mûşekan hate armanckirin

Li paytexta Iraq Bexdayê, bi şeş roketan êriş li ser balafirgeha navneteweyî hate kirin.

Li gorî medyaya Iraqê ku xwe dispêrin çavkaniyeke ewlekariyê ya Iraqê, îro serê sibehê li dijî balafirxaneya navnetewî ya paytext Bexdayê êrîşeke berfireh çêbûye.

Êrîşa ku pêkhatiye bi mûşekan çêbuye û hate zanîn ku 6 mêşek li balafirxaneyê ketiye.

Li gorî wêneyên ku di medya de derketine mûşek li hinek balafirên sivîl jî ketine û balafir zirer dîtine.

Hate îdîa kirin ku hêzên Iraqê wesayîta ku êrîşa mûşekî pêkaniye desteserkirine.

Lê heya niha hêzên ewlekariyê yên Iraqê têkildarî mijarê daxuyanî nedane.

Heta niha ti alî vê êrişê ranegirtiye ser xwe.

Herî dawî 5’ê Çileyê li wîlayeta Anbarê jî bi roketan êriş li ser balafirgeha Ayn El Esad hate kirin ku hêzên Amerîkî jî lê ne.

Mehên dawî li dijî yekîneyên Amerîkayê gelek caran bi drone û roketan êriş hatin kirin.

Back to top button