Nivîskar Mesûd Ebdulxaliq: PKK hêzek nîştimanî ye û nûnertiya doza gelê xwe dike

Ji bo derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’ heta niha gelek çaakî û bang hatine kirin.
Jê jî komkirina bi milyonan îmzeyên piştgirî û destekdayîna PKK’ê. Nivîskar û Aktîvîstê Siyasî Mesûd Ebdulxaliq anî ziman eger heta niha 4 milyon îmze hatibin komkirin wê demê PKK nûnertiya doza gelê xwe dike.

Mesûd Ebdulxaliq anî ziman ku gelek partî dixwazin navê PKK’ê ji lîsteya terorê neyê derxistin,

lê divê baş zanibin ku derxistina wê ji lîsteyê ji bo Kurdan wê pir girîng be.

Nivîskar Mesûd got: ”Derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ wê derfeteke mezin ji bo karê dîplomasî û azadiya Abdullah Ocalan çêke û li Tirkiyê jî ji bo doza Kurd kar were kirin.”
Mesûd Ebdulxaliq anî ziman “PKK’ê doza 50 milyon Kurdan e, eger 4 milyon îmze ji bo vî karî tên komkirin, ev tê wateya PKK hêzeke nîştimanî ye û nûnertiya doza gelê xwe dike.”

Back to top button