Şandeya Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em ê têkiliyên xwe yên dîplomasiyê bi pêş bixin

Endamên şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku beriya bi demekê serdana Spanya kirin û gotin wê di dema bê têkiliyên xwe yên dîplomasiyê bi her awayî bi pêş bixînin û hewl bidin gavên mezin biavêjin.

Şandeya Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriê beriya çend rojan serdana Spanyayê û herêmên Katalonya û Baskê kir.

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Narîman Evdikê li ser vê serdanê axivî.

Narîman Evdikê diyar kir ku şandeya wan a ji 3 jinan pêk dihat, bi vexwendina Şaredariya bajarê Dorango, Parlamenta Katalonya û Baskê derbasî bajarê Dorangoyê yê Spanyayê bû.

Narîman ragihand ku wan di serdan û hevdîtinê de qala pergala rêveberiya xweser kirine ku gelên herêmê hemûyan di nava xwe de vedihewîne û diparêze.

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku çapemeniya Spanyayê jî şandeya wan ji nêz ve şopand û rojane cih dan serdana wan.

Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen jî bal kişand ser mijarên di hevdîtinan de hatin nirxandin

Rewda Hesen diyar kir ku di van hevdîtinan de dosyayên li ser sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin pêşkêşkirin

Back to top button