Amara Herdem: Li dijî êrişan divê keç û xort tevlî şoreşê bibin

Şervana YPJ’ê Amara Herdem bi boneya salvegera Berxwedana Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû awayî êrişî destkeftiyên wan dike. Amara li dijî êrişên li ser herêmê banga tevlîbûna Şoreşê li keç û xortan kir.

Piştî berxwedan û şerekî dijwar ê 134 rojan di 26’e Çileya 2015’an de Kobanê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin.

Di vî şerî de bi hezaran şervanên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê û yên enternasyonal şehîd bûn.

Rêber Apo jî ji bo berxwedana destanî ya Kobanê peyam şandibû û şerê li dijî DAÎŞ’ê wek “Şerê rûmetê yê sedsala 21’emîn” pênase kiribû.

Şervana YPJ’ê Amara Herdem yek ji wan berxwedêran e ku li dijî hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê têkoşiya.

Bi wesîleya 7’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê, şervana YPJ’ê Amara Herdem ji ANF’ê re axivî.

Herdem diyar kir ku piştî şerê Kobanê dest pê kir ew tevlî nava refên YPJ’ê bû û wiha axivî:

Şervana YPJ’ê anî ziman ku Kobanê bi ruhê fedayî yê şehîd û têkoşeran hat rizgarkirin û got;

Şervana YPJ’ê Herdem destnîşan kir ku berdelên berxwedanê mizgîniya mezin bi xwe re anî…

Amara Herdem daxuyakirin ku wan soza tolhildanê ji bo tevahî bajarên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin dane.

Şervana YPJ’ê Amara Herdem ji bo gelên bakur û Rojhilatê Suriyê neyên qirkirin, banga telvîbûna şoreşê li tevahî keç û xortan kir.

Back to top button