Amerîka û Yekitîya Ewropa rojane hişyarîyan didin Rusya yê

Krîza di navbera Rusya û Ukrayna de, bûye yek ji rojeva herî sereke a cîhan ê. Her dû alî li dijî hev daxuyanîyên tund didin, NATO û Yekitîya Ewrupa yê jî rojane Rusyayê hişyar dikin. Serokê Emerîka yê Biden ji Serokdewletê Ukrayna yê Zelensky re got: ”Dibe ku Rusya di meha Sibat ê de Ukrayna yê dagir bike.” Rûsya jî dibêje ew naxwazin bi Ûkraynayê re şer bikin.

Ji despêka sala 2022’an ve aloziya di navbera Rûsya û Ûkraynayê her diçe kûr dibe.

Lê ev alozî ji Ukrayna û Rusya yê zêdetir, di navbera NATO û Rusya yê de ye.

Bi serkêşîya Dewletên Yekbûyî yê Emerîka yê NATO û welatên Yekitîya Ewrupa yê jî rojane li dijî Rusyayê daxuyaniyan didin û hişyar dikin.

Her çiqasî Rusya bêje ti armanc û planeke wan a êrişê li dijî Ukrayna yê tunebe jî, Emerîka û Yekitîya Ewrupa yê bi daxuyanîyên xwe, bêbawerîya xwe a li hember van gotinan nîşan didin.

Herî dawî, Serokê Emerîka yê Joe Biden ji Serokkomarê Ukrayna yê Volodimîr Zelensky re got: ”Dibe ku Rusya di meha Sibat ê de Ukrayna yê dagir bike.”

Joe Biden: Dibe ku Rusya di meha Sibatê de Ûkraynayê dagir bike

Berdevka Konseya Ewlehîya Netewî a Emerîka yê Emily Horne (EMILIY HORN) jî bi rêya telefonê, bi Serokkomar Volodimîr Zelensky re axivî û axaftinên Biden piştrast kir.

Li gorî daxuyanîya Koşka Spî, Bîden ji Zelnsky re gotîye: ”Di êrişeke muhtemel de, Emerîka û hevkarên wî dê bi biryardarî, li kêleka Ukrayna yê bin.”

Hat destnîşan kirin ku di krîza heyî de dê hewil were dayîn ku alozî kêmtir bibe û hewil bidin ku bi rêya dîyalogan vê pirsgirêkê çareser bikin.

Li hember gef û daxuyanîyên Emerîka, NATO û Yekitîya Ewrupa yê jî Rusya wek her carê dibêje: ”Em şereke bi Ukrayna yê re naxwazin.”

Wezîrê Karê Derve yê Rusya yê Sergey Lavrov, têkildarî mijarê ji radyoyên li Rusya yê re axivî.

Krîza Ûkrayna sergey Lavrov: Em şereke bi Ûkraynayê re naxwazin

Li hember pirsa ku dê şerek biqewime an na, Lavrov wiha bersivand: ”Ger ev yek bi Rusya yê re girêdayî be, şer dernakeve. Em şer naxwazin. Lê em derfetê nadin ku kesek êrişî berjewendîyên me jî bike.”

Çîn: Ger Emerîka Ûkraynayê dagir bike, wê xeterîyên cîhanî rû bidin

Di vê alozîyê de, Çîn jî piştgirîya xwe ji Rusya yê re eşkere kir.

Rêveberîya Çîn ê, piştî daxuyanîya Moskow hişyarî da û got: ”Ger Emerîka Ukraynayê dagir bike, wê xeterî û rîskên cîhanî rû bidin.”

Rêveberiya Pekînê bang li aliyan kir ku aloziyê kûr nekin.

Back to top button