Newroz Ehmed: Hêzên me li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon dane destpêkirin

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Hesekê axivî. Newroz Ehmed da zanîn ku hêzên wan li dijî ‘şaneyên razayî’ yên DAIŞ’ê operasyon daye desptêkirin û bang li hêzên navnetewî kir ku ji bo darizandina çeteyan dadgeheke navneteweyî ava bikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî êrişa DAIŞ’ê ya di 20’ê Çileyê de li Hesekê pêk anî, operasyon da destpêkirin.

QSD’ê piştî şerê dijwar yê 7 rojan, girtîgeh xist bin kontrola xwe û taxa xwêran ji çeteyan paqij kir.

Têkildarî mijarê Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Newroz Ehmed destnîşan kir ku êrişên beriya niha ji hêla hêzên ewlekariyê ve vala hatin derxistin û got: “Serçeteyên DAIŞ’ê ku li Baxozê hatibûn girtin, li Girtîgeha Sînaayê ne. Lewma DAIŞ girîngiyê pê dide. Hem şaneyên DAIŞ’ê û hem jî dewleta Tirk ji bo xelaskirina wan her tim di nava hewldanan de ne û bi rêbazên cuda êrişên xwe didomînin. Lê hêzên me ev êriş vala derdixistin.”

Newroz Ehmed bal kişand ser dema êrişê û diyar kir êrişa li Hesekê di serdemeke ku Erdogan digot ’em ê bi stratejiyên cuda êrişî wan bikin’ de çêbû.

Newroz Ehmed da zanîn ev êriş ji êrişên din heta niha pir mezintir û birêxistinkirîtir bû û got: Hinek kom ji herêmên di bin kontrola Tirkiyê û hinek kom jî ji Iraq û Sûriyê hatin herêmê.”

Newroz Ehmed eşkere kir ku xeteriyeke mezin li ser girtîgeha navborî heye.

Newroz Ehmed da zanîn ku beriya niha jî têkildarî girtîgehê bi hêzên koalîsyonê re hevdîtin û xebatên wan ên hevpar çêbûne, lê di asta hatiye xwestin de ev yek pêk nehatiye.

Têkildarî operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê ku hatine destpêkirin jî Newroz Ehmed da zanîn Operasyonên wan dewam dikin û got; “Ne tenê li Hesekê, li derdora bajêr û li bajarên din jî ev operasyonên me yên paqijkirina şaneyên razayî didomin”

Newroz Ehmed diyar kir beriya DAIŞ carek din xwe birêxistin bike, divê pêşî lê were girtin û banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir.

Newroz Ehmed got, ji ber ev bar, ne tenê barê Rêveberiya Xweser û QSD’ê ye.

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed herî dawî da zanîn lêpirsîna wan ya derheqê êrişê de dewam dike û ewê encamên lêpirsinên ku ji çeteyên xwe radestkirine werin girtin, wê bi raya giştî re parve bikin.

Back to top button