QSD’ê nasnameyên 11 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê nasnameyên 11 şervanên ku di Pêngava Gurzên Gelan de a li dijî êrîşên DAIŞê ên li ser Hesekê şehîd bibûn eşkere kir. QSD’ê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bibîranîn û soza şopandina rêya wan û pêkanîna armancên wan da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê nasnameyên 11 şervanên ku di Pêngava Gurzên Gelan de a li dijî êrîşên DAIŞê ên li ser Hesekê di navbera 20 û 24’ê Çile de şehîd bibûn bi daxuyaniyekê, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin dewleta Tirk a dagirker rasterast êrîşa DAIŞê a li ser girtîgeha Hesekê ku bi hezaran çeteyên DAIŞê lê girtîbûn, plan kir û wiha hate gotin,

“Berxwedana ku şeva 20ê Çileyê destpêkir di roja 26ê Çileyê salvegera rizgarkirina Kobanê da bi dawî bû. Dîrokê careke din xwe dubare kir û vê carê gurzekî girantir li dagirkeran hat xistin.

Pêngava Gurzên Gelan bi berxwedana şervanên me di dîrokê de rûpeleke nû vekir.”

QSD’ê diya rkir di navbera 20 û 26ê Çileyê de li Hesekê plana dewleta Tirk a dagirker ku bi destê DAIŞê xist merîyetê bi berxwedanî û têkoşîna şervanên azadîyê hat têkbirin û wiha dewam kir,

“Ev pêngav her çi qas kurt ajotibe jî, ji bo herêmê û cîhanê encamên girîng derxist holê. Şehîdên Pêngava Gurzên Gelan careke din mirovahî ji xetereyeke mezin parastin.

Bi vê berxwedanê re derket holê ku têkoşîna li dijî DAIŞê ji bo herêmê û cîhanê aramî û ewlehî ye.”

QSD’ê diyar kir şervanên ku di vê pêngavê de şehîdbûn heta dawiyê bi bi fedekarî şer kirin û pêngav bi serketinê tacîdar kirin.

QSD’ê di dawiyê de şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bibîranîn û soza şopandina rêya wan û pêkanîna armancên wan da.

Li gorî daxuyaniyê nasemeyên şehîdan wiha ne;

Nasnav: Ararat Çilaxa
Nav û Paşnav: Xidir El Ibêd
Navê dayik: Efra
Navê bav: Ehmed
Cihê ji Dayikbûnê: Çilaxa
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 23 Çileya 2022

 

Nasnav: Azad Qamişlo
Nav û Paşnav: Izedîn Mihemed
Navê dayik: Selma
Navê bav: Ehmed
Cihê ji Dayikbûnê: Tirbespîyê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 20 Çileya 2022

 

Nasnav: Dilşêr Qamişlo
Nav û Paşnav: Fadî Yusif
Navê dayik: Cewahir
Navê bav: Ehmed
Cihê ji Dayikbûnê: Til Berak
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

 

Nasnav: Egîd Agirî
Nav û Paşnav: Mihemed Hecar
Navê dayik: Rifa
Navê bav: Ebdo
Cihê ji Dayikbûnê: Amûdê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

 

 

Nasnav: Kaya Rojava
Nav û Paşnav: Reşad Yunis
Navê dayik: Qesîda
Navê bav: Ehmed
Cihê ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 24 Çileya 2022

 

Nasnav: Korçolî
Nav û Paşnav: Xebat Mihemed
Navê dayik: Ayşe
Navê bav: Mihemed
Cihê ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 24 Çileya 2022

 

 

Nasnav: Lorens Hesekê
Nav û Paşnav: Mihemed Dexîl
Navê dayik: Xada
Navê bav: Fîras
Cihê ji Dayikbûnê: Dirbêsîyê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 23 Çileya 2022

 

 

Nasnav: Mahsûm Doxan
Nav û Paşnav: Îsa Horo
Navê dayik: Hebîbe
Navê bav: Ebdilrehman
Cihê ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

 

Nasnav: Şivan Qamişlo
Nav û Paşnav: Şivan Hisên
Navê dayik: Bedîa
Navê bav: Osman
Cihê ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

 

Nasnav: Şîyar Qamişlo
Nav û Paşnav: Se’ed Namo
Navê dayik: Xense
Navê bav: Miheemed
Cihê ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

 

Nasnav: Tufan Mihemed
Nav û Paşnav: Egîd Xelîl
Navê dayik: Mîdya
Navê bav: Mihemed
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

Back to top button