Xelkê Amedê bi serkeftina Hesekê dilşad bû: Yekitî ferz e

Piştî plan û êrîşa çeteyên DAIŞ’ê a li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê têk çû, gelê Kurd yê li çar perçeyên Kurdistanê, ev yek bi keyfxweşîyek mezin pêşwazîkirin. Xelkê Amedê jî keyfaxweşîya xwe anîn ziman û banga yekitîya Kurdan kirin.

Şeva 20’ê Çilê, çeteyên DAIŞ’ê bi plan û organîzekirina Dewleta Tirk, êrişeke berfireh li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê kirin, ku di wê girtîgehê de zêdetirî 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê lê girtîne.

Lê ev plan û êrîşa Dewleta Tirk û DAIŞ’ê bi ser neket û ev êriş, bi berxwedana QSD’ê û piştgirîya gelên herêmê hat têk birin.

Ne tenê gelên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, gelê Kurd yê li çar parçeyên Kurdistanê bi vê serfketinê keyfxweşbûn.

Yek ji wan bajarên Kurdistanê Amede.

Têkildarî mijarê welatîyê bi navê Hamît Zengîn bal kişande ser deskeftîyên li Rojava û yên gelê Kurd û wiha got: ”Welatekî me heye lê ev welat dabeşî çar perçeyan kirine.

Bi êrişên dawî re dîsa eşkere bû ku yekitîya erdnigarî çiqas girîng e. Divê em bibin yek û welatê xwe rizgar bikin.

Liv û tevgera Barzanî çawa ye? Gelo ma fam nakin ku bi vî rengî xwe jî tune dikin? Heke em bibin yek, dê tu dewletek nikare xwe li pêşiya me bigire. Ger em bibin yek, kesek nikare me tune bike.

Dixwazin rêveberiya xweser a demokratîk tune bikin. Banga min ji bo kurdan ew e ku bibin yek.”

Welatîyê bi navê Muhammed Karabulut jî got: ”Gelo ewqas DAIŞ’î yên bi çek biketana nav xelkê, wê çi bûya ?

Divê Kurd baldar û hişyar bin.”

Welatîyê bi navê Recep Nûray jî bal kişande ser têkilîya DAIŞ û Dewleta Tirk û got: ”Tilîya Tirkîyê di vê êrişê de heye. Divê li dijî êrişan yekitîya netewî bê avakirin.

Herî dawî welatîyê bi navê Denîz Ayder jî DAIŞ’ê şibande Hizbûllah û JÎTEM’ê yên di salên 90’î de û wiha axivî: ”Ev êrişên han, plana bêzar kirina gelê Kurd e.

Gelê Kurd ferqa her tiştî de ye. Em baş dizanin ku ka kî van rêxistinan xwedî dike.

Ger em nebin yek, ne yek bi yek, em ê bi temamî tune bibin.”

Back to top button