Şervanê YPG’ê şehîd Şêro Firat li Şehbayê hat oxirkirin

Şervanê YPG Şêro Firat ku li Kobanê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî şehîd bû, ji aliyê şêniyên Efrînê de bi merasîmekê hat oxir kirin.

Şervanê YPG Ebdulrehman Exres bi nasnav Şêro Firat 12’ê Kanûna 2021’an de li Kobanê şehîd bû.

Bi hezaran şêniyan cenazeyê şehîd birin goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehraz a Şehbayê.

Di merasima oxirkirinê de yek ji rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Birko sersaxî ji malbata şehîd Şêro Firat û hemû şêniyên kantona Efrînê re xwest.

Endama Meclisa Kantona Şehba, Emanî Şêxo jî da zanîn tevî dorpêç û êrişan, bi fedekariya şehîdan û têkoşîna gel, wê Efrîn rizgar bibe û gel vegere ser axa xwe.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button