Rewşenbîrên Qamişlo: Berxwedana gerîla ji bo tevahî mirovahiyê ye

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê de di her cure çekên kîmyewî li dijî gerîla bikar anî. Rewşenbîrên bajarê Qamişlo derbarê miijarê de diyar kirin berxwedana gerîla ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahîya mirovahiyê ye.

Ji 23’yê Nîsana 2021’an ve gerîla berxwedaneke bêhempa li hember dagirkeriya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê dide meşandin, lê dagirker ji bo karibin vê berxwedanê têk bibin çekên kîmyewî bikartînin.

Têkildarî mijarê rewşenbîrên kantona Qamişloyê axivîn û piştrast kirin ku berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê rewa ye û ji bo tevahî mirovahiyê ye.

Endamê Yekîtiya Rewşanbîran a Qamişloyê Cemal Çeçan derbarê bikaranîna çekên kîmyewî dijî gerîlayan de wiha got:

“Ji bo ku dewleta Tirk hebûna xwe biparêze, dê hemû çekên kîmyewî bi kar bîne û hemû rêbazan li dijî Kurd û gelên Kurdistanê bi kar bîne.”

Cemal Çeçan bal kişand ser destpêkirina damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê û wiha domand:

“Demezirandina PKK’ê vejîneke nû ji bo Kurdan û ji bo azadiya hemû gelên bindest bû, berxwedana PKK’ê rewa ye, ji ber ku şerê xweparastinê dike.

Dewleta Tirk ji navê PKK’ê di “lîsteya terorê” de sûdê werdigire û çekên kîmyewî li dijî gerîla û gundên li Başûr bi kar tîne.

PDK’ê jî di bikaranîna çekên kîmyewî de bi destê dewleta Tirk tevkariyê dike û bûye alavek di destê MÎT’a Tirk de.”

Cemal Çeçan bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê û ev yek got:

“Tevî van êrişên dijwar jî, lê gerîla serkeftinên mezin bi dest dixe, divê gelê Kurd destekê bide berxwedana gerîla.”

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Girkê Legê Ednan Berko jî diyar kir ku PKK di berxwedana xwe de prensîba civaka azad esas digire û got:

“Gerîla nirx û dîroka gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn diparêze û armanca wan xurtkirina neteweya demokratîk û biratiya gelan e.”

Her wiha endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Girkê Legê Seîd Mela Yûsif jî piştrast kir ku Tirkiyê di êrişên xwe de azadî û demokrasiya gelan dike hedef.

Mela Yûsif di dawiya axaftina xwe de got:

“Berxwedana gerîla berxwedana li hemberî planên dewleta Tirk ên ji bo vegerandina Împaratoriya Osmanî û dagirkirina axa Kurdistanê ye.”

Back to top button