Rewşa girtiyên nexweş giran e

Li zîndanên Tirkiyê rewşa girtiyên nexweş diçe giran dibe. Xizmên girtiyan ku li Amedê di nobetê de ne, gotin: “Zarokên me li ber mirinê ne, divê tavilê werin berdan.” Dayika girtiyekî jî dibêje, me zarokên xwe ne ji bo êşkenceyê mezin kirine û divê werin berdan.

Li gelek girtîgehên Tirkiyê bi hezaran girtiyên nexweş û girtiyên ku dema wan a girtinê qediya ye, nayên berdan.

Ji bo daxwaza edaletê û berdana girtiyan, xizmên wan li Amed û Wanê, di çalakiyan de ne.

Malbatên girtiyan jî li Amedê ev 74 roj in, ji bo daxwaza berdana zarokên xwe di nobeta edaletê de ne.

Ji xizmên girtiyan Încî Guler got: “Ewladên me li ber mirinê ne. Em xwedî li zindanan derkevin, dengê xwe bilind bikin. ”

Bavê girtiyê nexweş Ciwan Boltan Hakki Boltan jî destnîşan daxwaza demlidest berdana hemû girtiyên nexweş kir.

Wê rewşa Aysel Tugluk careke din were vekolandin

Yek ji girtiyên ku rewaş wê xirab e, Alîkara Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Aysel Tugluk e.

Ji bo rewşa Alîkara Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dimîne dîsa bê nirxandin, parêzeran ji Lijneya Bilind a Saziya Tipa Edlî (ATK) re serlêdana îtîrazê kiribû.

Li hêla din 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê jî xwest ku rewşa Tugluk dîsa bê vekolandin.

Tê payîn ku Tugluk di nava vê hefteyê de biçe ATK’ê.

Dayika girtî geylanî: Me zarokên xwe ne ji bo êşkenceyê mezin kirine

Yek ji girtiyên ku nayên berdan û bibinpêkirinên mafan rû bi rû dimîne, Samî Geylanî yê li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ye.

Geylanî ku bi riya telefonê bi dayika xwe re axiviye, gotiye: Gardiyan êşkenceyê li wan dikin û pêwîstiyên wan nadin wan.

Dayika wî Gulşen Geylanî jî diyar kir ku wan zarokên xwe ne ji bo îşkence li wan were kirin mezin kirine û xwest zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û werin berdan.

Back to top button