BALÎ: ÇETEYÊN ÊRÎŞKAR LI HERÊMÊN RÊJÎMÊ SERBEST IN

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê derbyeke mezin li şaneyên DAIŞ’ê xistin û hîna jî operasyona xwe didomînin..
QSD’ê ragihand ku, xeteriya DAIŞ’ê hîna heye lê wan bi operasyona xwe hêza şaneyan a êrîşê lawaz kiriye.

 

Berpirsê navenda Ragihandina QSD’ê Mustefa Balî ji Ronahî TV re ragihand ku, hîna xeteriya DAIŞ’ê li herêmê heye.

Lê belê operesyona li dijî şaneyên razayî ya di 15’ê Gulanê de pir bi bandor bû û hêza şaneyan a êrîşê lawaz kir.

Balî bal kişand ser bûyerên dawî li Dêra Zorê jî û wiha got:

Piraniya çeteyên DAIŞ’ê ku hatine girtin destê wan di tevliheviya Dêra zorê de heye û bi rengekî istixbaratî tev digerin…

Berpirê Ragihandina QSD’ê da zanîn, di operayona wan de, 42 çete hatine girtin û piştî lêpirsînê eşkere bû ku, piraniya wan girêdayî Rêjîma Sûriyê û Îranê ne.

Mustefa Balî diyar kir ku, ev çete bi awayekî serbest di herêmên di bin kontrola Rêjîmê de diçin û tên û ew herêm bingeha tevgera xwe ya êrîşkariyê..

QSD’ê 15 gulanê dest bi operasyona xwe li dijî şaneyên veşartî kir..

Tevî 42 çeteyên hatine girtin, berî du rojan jî QSD’ê ragihand, 6 çeteyên DAIŞ’ê bi operayoneke taybet li gundewarên Dêrazorê hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button