Li Lîbyayê 23 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Artêşa Lîbyayê li başûrê rojhilatê welat li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anî.

Di encama operasyonê de 23 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li gor medyaya lîbyayê “Yekîneyên leşkerî yên Tugeya Tariq Bin Ziyad û Tugeya 73, Tabûra Leşkerî ya 128’yan ên girêdayî artêşa Lîbyayê”, li gelek deveran nêzî bajarê Qetrûn ê başûrê rojhilatê bajar operasyonên leşkerî li dar xistin.

Heman çavkanî diyar kir ku di operasyonên serdegirtinê de 20 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 3 jî xwe teqandin.

Her wiha hate gotin ku di vê şerê li hemberî DAIŞ’ê de 6 leşkerên artêşa Lîbyayê jî hatin kuştin û hejmarek ji wan biriîndar bûne.

Back to top button