Li taxa Xiwêranê a Hesekê 4 çete hatin kuştin-HAT NÛKIRIN

Operasyonên lêgerînê yên Hêzên Asayîş û QSD’ê di nava girtîgeha Sînaa û taxên Xwêran û Zihûr de didomin.. Îro danê nîvro, di navbera Hêzên Asayîşê û şaneyek DAIŞ’î li taxa Xiwêran şer derketin û 4 çete li vir hat kuştin. Her wiha hêzên QSD’ê di encama operasyonekê de li Rojhilatê Dêrozorê jî 5 çete girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD di girtîgeha Sînaa û taxên Xwêran û Zihûr ên Hesekê de,operasyonên lêgerîn û paqijkirinê didomînin.

Di çarçoveya operasyonên lêgerînê de, îro pişt nîvro di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaneyekî çeteyên DAIŞ’ê de şer rû da.

Hat diyarkirin ku ev şaneya ku ji 5 çeteyan pêk tê, li nêzî dibistan Fatîme El-Zehra ya li taxa Xiwêran li başûrê bajêr xwe li malekê veşartibû.

Hate ragihandin, di encama şer de 4 çete hatin kuştin û yek jî hat girtin.

Her wiha hat ragihandin Hêzên Asayîşê û QSD’ê, 3 çeteyên DAIŞ’ê li derdora girtîgeha Sînaa, nêzî firneya alî ya taxa Xiwêran, girtin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Samî Ebdulkerîm Diyab derbarê operasyonên lêgerînê de ji ANHA’yê re axivî.

Samî da zanîn ku hevkariya şêniyan bi wan re didome û erka wan a sereke lêgerîna derdora girtîgehê û parastina malên sivîlan e.

Hêzên QSD’ê li bajarokê Zîban yê li rojhilatê Dêrozorê 5 çete girtin

Li aliyê din, li herêmên din jî operasyonên hêzên QSD’ê ên li dijî şaneyên DAIŞ’ê dewam dikin.

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê 5 çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Zîban ê li rojhilatê Dêrazorê ku amadekariya êrişan dikirin, girtin.

Li gorî malperê, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê dest danîn ser alav, belge û çekên sivik ên ku çeteyan di êrişan de bi kar dianîn.

 

Back to top button