Piştevaniya PKK li qadên navnetewî her diçe mezin dibe

Kampanya derxistina PKK ji lîsteya terorê, her diçe li qada navneteweyî mezin dibe. Parêzer û siyasetmedarên Ewopî diyarkirin ku PKK ji ber sedemên sîyasî di lîsteya terorê de tê ragirtin û daxwazkirin ji lîsteya terorê bê derxistin.

Ji ber berjewendî û sedemên sîyasî yê hîn welatan, ev salan e PKK di lîsteya terorê de tê ragirtin.

Li hember vê yekê, kampanya berfireh a ku derxistina PKK ji lîsteya terorê hatîye despêkirin û ev kampanya, her ku diçe di qada navneteweyî de geştir dibe û rastî piştevanîyeke xurt tê.

Ji kesayetên ku tevlî kampanyayê bûn Parêzerê Elman Ranild Maystir, Berdevkê Partîya çep yê Fransa yê Siyril Benet û yê Partîya Çepgir a Herêma Ahlen ê Daylin ku lûkes Êdil ji Televîyona Medya Haberê re axivîn.

Ronald meîster: PKK li dijî Terorîzmê têkoşîya ye

Parêzerê Elman Maystir dîyar kir ku ji ber qedexeya li ser PKK ya li Elmanyayê, gelek Kurd radestî Dewleta Tirk a êşkencekar kirin.

Maystir bal kişande ser lîsteya terorê ya YE û got: ”Ti kes wateyê nade ku çima PKK di lîsteya terorê de tê ragirtin.

PKK û Rêzdar Ocalan di herêmê de xwedî rol in û ji bo aramîya herêmê têdikoşin.

Pir girînge ku qedexeya li ser PKK rabe û ji lîsteya terorê bê derxistin.”

Parêzerê Elman Ranild Maystir diyar kir PKK ne rêxistineke terorîste, PKK tekoşîna azadîyê ye û li dijî terorîzmê tekoşîya ye.

Cyrîl Benîot: Ji bo aştî û aramîyê dive PKK ji Lîsteya Terorê bê derxistin

Berdevkê Navnetewî yê Partîya Komunîst a Fransa yê Siyril Benet jî piştevanîya xwe ji kampanyayê re dîyar dike û dibêje: ”Ji bo aştî û demokrasîyê pir girînge ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

Benet da zanîn ku ji ber berjewendîyên welatên Ewrupa ên bi Tirkîyê re PKK di lîsteya terorê de tê ragirtin û wiha axivî: ”PKK rêxistineke ku li Rojhilata navîn aramîyê digere. Ji bo maf û gel têdikoşe.

Heta berîya çend salan jî ew ên ku PKK xistine lîsteya terorê destekê didan PKK. Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.”

Dîe Lînke Lukas Eîtel: Ji bo qedexeya li ser PKK rabe divê em zextê li dewletan bikin

Berdevkê Herêma Ahlen a Partîya Çepgir Daylin ku lûkes Êdil jî bal kişande ser hevkarîya stratejîk ya Elmanya û Tirkîyê û dîyar kir ku ji ber vê sedemê PKK di lîsteya terorê de tê ragirtin.

Êdil got: ”Ji bo qedexeya li ser PKK rabe divê em zextê li hikûmetên xwe bikin.

Ji ber bazirganîya çekan ya bi Tirkîyê re, PKK di lîsteya terorê de tê ragirtin.

Ger rastî jî ev kampanya bigihîje armanca xwe ew ê zexteke mezin li ser dewletan bike.”

Back to top button