Geir Pedersen: Pêvajoya şer li Sûriyê bi dawî bûye

Li Sûriyê ku hîna alozî û şer dewam dike, Nûnerê NY yê Sûriyê Geir Pedersen idîa kir ku pêvajoya şer li Sûriyê bi dawî bûye. Pedersen îdia kir ku MSD jî wek beşeke opozîsyona Sûriyê, nayê hesibandin.

Li Sûriyê rewşa şer û aloziya heyî dewam dike.

Êrîşên dewleta Tirk û alîgirên wê jî, li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi dijwarî didomin.

Li aliyê din aloziya li parêzgeha Idlibê jî hîna riya çareseriyê nedîtiye.

Tevî vê rastiyê jî Nûnerê NY yê Sûriyê Geir Pedersen, ji rojnameya Şerq El-Ewsat re axivî û idîa kir ku li Sûriyê pêvajoya şer bi dawî bûye.

Pedersen got: “Derbarê Sûriyê de, ti nakokiyên stratejîk di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê de tune ne.

Di 2 salan de eniyên li Sûriyê nehatine guhertin.

Aliyên sereke gotin pêvajoya operasyonên leşkerî li Sûriyê, bi dawî bûye.

Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) piştgiriya me dike da ku nêzîkatiya “gav beramberî gavê” di nava aliyên Sûriyê de, pêş bixe.

Ji bo gavên ku divê aliyên li Sûriyê biavêjin diyar bibin û di dawiyê de biryara NY’yê ya 2254’an pêk bê.”

Pedersen got DYA’yê dev ji siyaseta guhertina rejîma Sûriyê berdaye û hewl dide tevgera wê, biguherîne.

Nûnerê NY li Sûriyê Geir Pedersen: MSD weke beşek opozisyona Sûriyê nayê hesibandin

Her çiqas hêzên cîhanê yên mezin û bi bandor QSD’ê weke hêzeke parazvan a herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê qebûl dikin, lê heta niha di aliyê siyasî de û tevî hemû danûstandinên dîplotîk jî lê nehatiye qebûlkirin..

Têkildarî beşdarkirina Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di danûstandinên Cinevê de, Geir Pedersen îdia kir ku li gorî biryara 2254’an MSD wek beşeke opozîsyonê nayê hesibandin û rewş hîna wiha ye.

Pedersen derbarê civînên komîteya destûrî ku bi ser neketin jî, got: “Diyaloga bi Şamê re didome, me hinek pêşniyar pêşkêş kirin.

Em ê têkiliyê bi desteya dan û standinan re deynin.

Ez hêvî dikim ku di 2 hefteyên pêş de, lihevkirineke hevbeş çêbe ku di Sibatê de komîteya destûrî li hev bicive.

Li ser esasê wê civînên din di Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê de li dar bikevin.”

Back to top button