Rûsya sewqiyatek nû ya leşkerî bo Belarûsê pêk anî

Êdî hêzên herî mezin yên cîhanê xwe ji bo egeriya şerekî amade dikin. Rûsya li eniya Belarûsê sewqiyatek nû ya sîstema parastinê pêk anî. Ewqas plan hatiye kirin ku ji bo bîrîndarên di şer de, heta xwîn ji hatiye şandin. Amerîka jî ji bo rojhilatê Ewropa hêzê dişîne.

Dengê şerekî mezin li ber derî tê.

Sewqiyat û amadekariyên tên kirin, cîhanê bi metirsiya derketina şerekî mezin re tîne pêşberî hev.

Ev der rêya hesin a navbera sînorê Rûsya û Belarûsê de ye.

Bi rojane, li ser vê rêyê sewqiyatên leşkerî têne kirin.

Herî dawî Wezareta Parastinê ya Rûsya îdia kir ku bi armanca tetbîqatê mûşekên Pantsir-S derbasî Belarûsê kirine.

Hat gotin, 20 cureyên van mûşekan hatine şandin.

Beriya niha jî Sîstema Parastina esmanî S-400 bo Belarûsê hatibûn şandin.

Her wiha tank, maşîneyên zirxî û balafirên Su-35 jî hatibûn şandin.

Reuters: Rûsya xwîn şand sînorê Ûkrayna!

Rûsya bi şandina xwînê ji bo herêmên sînor asta amadekariya dike jî raxist ber çavan.

Hat ragihandin ku Moskowê di dema şer de “ji bo dermankirina birîndaran dest bi şandina xwînê ber bi sînorê Ûkraynayê kiriye.”

Li gorî 3 berpirsên Amerîkî ku ji ajansa Reutersê re axivîn, Rûsya amadekariya xwe ya leşkerî li herêmê berfireh kiriye da ku pêdiviyên bijîşkî û hem jî pêdiviyên xwînê bicih bîne.

Ev yek jî îdiayên ku Rûsya amadekariya dagirkirina Ûkrayna dike hîn xurtir kir.

Amerîka, Rûsya hişyar kir ku gavan paşde bi avêje

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ku bi Serfermandarê Amerîka Mark Milley re li ser krîza Rûsya û Ûkraynayê civîneke çapemeniyê li dar xistî de got; Ez bawer nakim ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biryara dawî ya ketina Ûkraynayê daye, lê niha ew hêza wî heye.

Austin got, Destwerdana Rûsyayê ya li Ûkraynayê tê wê wateyê ku ew li rojavayê Moskowê NATO yeke xurt û bi biryar naxwaze.

DYA îdia dike ku armanca wê ji rewşa li herêmê ne derketina şer lê parastina hevkarên wan yên NATO ne.

Milley bi bîr xist ku li sînorê Ûkrayna Polonya, Slovakya, Macaristan û Romanya yên endamên NATO heye û ev tişt anî ziman: “Biden û Wezîrê Parastinê Austin ferman dan artêşa Amerîkayê ku amadekariyên xwe zêde bike.

Divê em alîkarî û piştgiriyê bidin endamên NATOyê.

Lê belê şer ne çareserî ye, bersiva li vir çareseriya dîplomatîk e.”

Back to top button