Putin: Rojava daxwazên Rûsya ji nedîtî ve tê

Li ser erdê rewş wiha ye. Di qada dîplomasiyê de jî heman alozî heye. Êdî welatên cîhanê jî aliyê xwe diyar dikin. Serokê Rûsya Putin got, Welatên Rojava daxwazên me ji nedîtî ve tên. Belarûsya jî dibêje, di rewşa êrişeke li dijî Moskowê de ewê bikevin şer. Mîna ku ev nebese, niha Çînê jî xwe berdaye naverastê. Rewş ji her demê zêdetir metirsîdare.

Aloziya li sînorê Ûkraynayê, welatên herî mezin yên cîhanê anîne pêşberî hev.

Metirsiya heyî, ji her demê zêdetir bûye.

Piştî hemû hewildanên dîplomasî û trafîka dandûstandinên navbera aliyan bê encam man, niha jî êdî bendewariyek a tirsê heye.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin got, Di krîza Ûkraynayê de “daxwazên sereke yên ewlekariyê yên Rûsyayê ji aliyê DYA û NATO’yê ve nehatine bicihanîn.”

Putin di pêwendiya telefonî ya li gel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron de diyar kir ku Moskow amade ye danûstandinê bidomîne.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koşka Kremlînê de hat diyarkirin ku bersivên nivîskî yên DYA û NATOyê yên ji bo Rûsyayê ên der barê ewlehiyê de, wê vê hefteyê bên nirxandin.

Kîev: Divê Rûsya piştrast bike ku êrişî Ûkrayna nake

Serokê Ûkraynayê Volodimîr Zelenskiy jî ji Rûsya ku li sînorê wê hêz komkiriye xwest ku wan bide bawerkirin wê êrişî Ûkrayna neke.

Zelensky di civîneke bi rojnamevanên biyanî re li Kîevê pêk anî de diyar kir ku eger Rûsya bêje “ewê êrîşî Ûkraynayê neke, dikare ji bo piştrastkirina vê gavan bavêje”.

Lavrov: Eger bi Rûsyayê ve girêdayî be şer dernakeve

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî li ser egeriya şerê Rûsyayê bi Ûkraynayê re daxuyanî da.

Lavrov got, “Eger bi Rûsyayê ve girêdayî be, şer dernakeve.

Em şer naxwazin.”

Ji Lukaşenko piştevaniya bo Putin: Êrişî Rûsya bê kirin, em ê jî bikevin şer

Hemwextî rewşa aloz dibe de, Belarûs jî agirê heyî gurtir dike.

Serokê Belarûsê Alexander Lukaşenko diyar kir ku eger êrîş li wan an jî hevkarê wan Rûsya bê kirin, ew ê bikevin şer û deriyê xwe ji sed hezaran leşkerên Rûsyayê re vekin.

Ev helwesta Belarûs piştî şerê sar heta niha weke helwesta herî tund tê dîtin.

Balyozê pekîn yê li Waşîngtonê: Dibe ku di navbera DAY û Çînê de ji ber Taywanê şer derkeve

Li aliyê din, aloziya bêtirî 70 salî ya navbera Çîn û Taywanê jî niha careke din bûye rojev.

Balyozê Çînê yê li DYAyê diyar kir ku ji ber cudahiya nêrînên li ser ‘pêşeroja Taywanê’ dibe ku di navbera DYA û Çînê de “şereke leşkerî” derkeve.

Balyoz Kin Gang ji radyoya giştî ya Amerîkî NPR re axivî û got,

“Rewşa herî xeternak di navbera Çîn û Amerîka de, pirsgirêka Taywanê ye.”

Back to top button