IHD’ê banga berdana girtiya nexweş Fatma Tokmak kir

Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyê, her ku diçe giran dibe. Fatma Tokmak û Seyîd Narîn ên nexweş û Hasan Çelîk ê ku dema wî ya cezayê bi dawî bûye, nayên berdan.

Li cîhanê dema ku mirovek sûcekî bike, weke ceza wî dixin girtîgehê.

Lê ne her ku yek ket girtîgehê, tê wateya ku ew sûcdar e, yan jî sûcekî pir mezin kiriye.

Eger kiribe jî, li girtîgehê erk û mafên girtiyan hene ku di peyamanên mafên mirovan ên cîhanê de hatine diyarkirin.

Lê li Tirkiyê hemû peyaman û perensîbên mirovahiyê, li hemberî girtiyan tên binpêkirin.

Li girtîgehên Tirkiyê bi hezaran girtiyên nexweş ku bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û yên ku dema wan a girtinê bi dawî bûye, hene.

Lê tevî vê yekî jî ew girtî nayên berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wek her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 514’emîn de, li avahiya komeleyê li dar xist.

Endamên komîsyonê beşdarî daxuyaniyê bûn û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan û daxwaza berdana wê û hemû girtiyan kirin.

Insiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Dermankirin maf e

Li aliyê din, Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 386’emîn de li ber avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş bila werin berdan” hat vekirin û daxwaza berdana girtî Seyîd Narîn, hat kirin.

Hasan Çelîk ku dema wî ya cezayê bi dawî bûye, nayê berdan

Ne tenê girtiyên nexweş, berdana girtiyên ku cezayên wan ên girtinê xelasbûne, jî tê astengkirin.

Yek ji wan jî Hasan Çelîk ê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin û 10 sal in girtî ye.

Tevî cezayê Çelîk di 25’ê Kanûna 2021’an de temam bûye jî, bi hincetên bê bingeh, nayê berdan.

Back to top button