Rêveberîya Xweser a Efrînê: Heta rizgarkirina Efrînê dê têkoşîna me bidome

Îro, 8. salvegera damezrandina Rêveberîya Xweser a Demokratîk ya Efrînê ye. Bi boneya rojê, Rêveberîya Xweser a Efrîn ê daxuyanîyek da. Di daxuyanîyê de hat diyar kirin ”Heta rizgarkirina Efrînê dê têkoşîna xwe bidominînin.

Îro 8. salvegera damezrandina Rêveberîya Xweser a Demokratîk a Efrînê ye.

Bi boneya rojê, Rêveberîya Xweser a Efrînê daxuyanîyek da.

Rêveberîyê di despêka daxuyanîyê de îşaret bi despêka şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî kir û wiha got:

Her çiqasî despêka şoreşa li Sûrîyê bi daxwazên gelan pêk hat jî, her ku çû dûrî berjewendîyên gelan ket û bû şerê dabeşkirina welat a deshilatdaran.

Di encamê de, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên Kurd, Ereb û Suryan biryar dan ku ji şerê xwînî dûr bikevin û xeta sêyemîn bi nûnertiya neteweya demokratîk û biratiya gelan û xeta azadiya jinan hilbijartin.

Ji ber vê yekê, Rêveberiya Xweser di 29’ê Çileya 2014’an de li Efrînê hate ragihandin û tê de perensîbên azadî, edaleta demokratîk û pêşxistina binesaziyê pêk anî.

Rêveberîyê Xweser a Efrînê daxuyanîya xwe wiha berdewam kir:

Bi binpêkirina qanûnên navneteweyî û mirovî û li gel bêdengiya navneteweyî û bikaranîna komên çekdar û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, di şerê li dijî Efrînê de ku gelê wê berxwedaneke dîrokî meşand, Efrîn dagir kirin.

Piştî koçkirina bi darê zorê ber bi herêmên Şehba yê ve, Rêveberiya Xweser bi saya hevgirtina şêniyên Efrîn û Şehbayê bi hemû pêkhate û mezhebên xwe ve têkoşîn û berxwedana xwe domand.”

Dawî ya daxuyanîyê de wiha hat gotin,

”Tişta ku li girtîgeha Sînaa ya Xiwêran a Hesekê qewimî, mînaka herî baş a dijminatiya dewleta Tirk ya li dijî aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Rêveberiyê Xweser a Efrînê bi boneya 8. Salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li kantona Efrînê, soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê ya ji bo rizgarkirina Efrînê da.

Back to top button